PÎROZ KIRINA SALVEGERA 50 JI XELASKIRINA PERESTGEHA EBÛ SUMBUL RE

24 October 2015 2:56 pm 525 Views

RIHAB NEWS – QEHREMAN HENÎF

Di salvegera 50yemîn ji xelaskirina perestgeha (Ebû Sumbul) re roja Pênşemê sê bîrdaran ji kesên ku wê xelas kiribûn hatin çê kirin.

Perestgeh ya şah (Remsîsê duwemîn) û xanima wî (Nefertîtî) bû ku li ser çiyayekî kevirî li başûrî Misirê hatibû ava kirin.

perestgeha kevnar gola ( Nasir Elî) jê ve xuya dike ku 290 kîlometre başûrî rojavayî bajarê Eswan yê bixwe 900 Kîlometreyî başûrî Elkahîra ye.

Remsîsê duwemîn perestgehê di nîvê sedsala sêzdemîn berî zayîna pêximber Îsa ava kiribû.

Tiştê balkêş di vê perestgehê de ew e ku di salê de du caran rok bi awayekî xaç li ruyê peykelê Remsîsê duwemîn ku di hundirê parstgehê de di hindirê çiyê de ye dide; carekê roja 21ê meha Sibatê ku ew roj rojbûna şah Remsîs e, û carek din jî roja 21ê meha Cotmehê û ew roj jî roja rûniştina wî li ser textê şahbûnê ye!

Dorava ku perestgeh li ser avakirî bû di bin xetera noqînê bû, ji ber wêjî di sal 1959an de kampanyekayek navnetewî ji bo komkirina bexşan ku (UNESCO) bi xwe alîkarya wê kir ji bo parastgehê ji wir veguhêzin.

Lê piştî ku hate veguheztin, dîrokên xaç kirina rokê jî hatin guhertin û bûn 22ê Sibatê û 22ê Cotmehê.

Herweha roja Pênşemê dîsa rok bi awayekî xaç li ruwê Şah Remsîsê duwemîn da li hola tijî tûrîst û merasîm hatin lidar xistin di hizûra sê wezîrên Misrî yên bi navê (Memdûh Eldematî wezîrê şopan, Hîşam zehzûz wezîrê tûrîzmê, Hûsam Mexazî wezîrê avdanê, û Mustefa Yusrî parestvanê Eswanê) de.

Bi dûv merasîman de jî wezîr Eldematî hola mêvana da vekirin, ku perdeyê ji ser sê bîrdaran ku sê kesên perestgehê parastin dinimandin û ew jî : pisporê zanînên şopên Misrî ku xelkê Misrê ye (Selîm Hesen )´´1893-1961´´ ku rêvebirê komîteya lêkolîna zirarên ku bendav encam kiribû bû, wezîrê çandê (Serwet Ekaşa) ´´ 1921- 2012´´ ku rêvebirê kampanya navnetewî ya bi navê (şopên mirovatiyê biparêzin) bû , û rêvebira beşê şopên Msrî di Mûseya Lûfer de (Krîstyan Nobelkor) ´´1914-2011´´.

Sûprîza merasîman ew bû ku kurê Nobelkor jî hazir bû, û (Nîşana komarê) ku berê dabûn diya wî ji bo rêzdariya wê ji dewletê re vegeran.

Related Posts