NERÎNÊN CUDA LI SER RÊBAZÊN KURDÎ LI KANTONA CIZÎRÊ

16 October 2015 8:29 pm 763 Views

RIHAB NEWS- DILŞAD EBDO

Bi dehê salan ku rêjîma Beis desthilatdar bû ne tenê qedexe bû ku zimanê kurdî di rêbazên xwendinê de were fêrkirin lê belê ta axavtin bi kurdî di dibistanan de qedexe bû.

Piştî ku şroreş li sûryê vêket û herêmên kurdî ketin bi destên kurdan de tevgera civaka demokratîk TEV-DEM û hin partiyên din û bi beşdar bûna pêkhatiyênn Ereb û Siryan rêveberiyek xweser bi sê kantonan avakirin.

Li kantona Cizîrê desteya perwerdê rêbazên bi zimanê kurdî amade kirin û biryar dank u ev metiryal li dibistanan were fêrkirin.

Li gorî ku desteya perwerdê ragihandiye ku ji pola yekê ta sisyan wê şagirtên her netewekê bi zimanê xwe bixwîne û pişt re wê zimanê netewên din di pola ҫaran de fêr bibn.

Ev gav li cem gelek welatiyan bû cihê nerazîbûnê û her wiha li cem encumena niştimanî kurd li Sûryê û alîgirên wê ji ber ku ew dibînin ku ev rêbaz ji aliyê partiyekê ve hatine danîn û li gorî siyaset û edyolociya wan û felsefeya rêberê PKK ye, Her wiha ew dibêjin ku cudakirina zarokan ji hev li gorî netewê karekî ne di cihê xwe de ye, û ji ber vê yekê Enks gelek ҫalakî û xwepêşandan li dijî vanrêbazan li darxistin.

Hamid silêman ku yek ji bavên êş ji ber van rêbazan kişandiye ji RIHAB NEWS re got :rexna ku li van rêbazan bibe gerek rexnek zanistî be û ne siyasî be ji ber ku mamosteyên pspor ku van rêbazan fêrî zarokan bikin tune ne, û gerek ev rêbaz tenê beşek ji bo zimanê kurdî ba û guhdan bi vî zimanî ba û ne rêbazek giştî ji hemû madeyan re ba.

Hamid diyar kir ku ji aliyê mafnasî û yasayî ti mukurbûn û pênasîn ne ji aliyê rêjîmê û ne jî ji aliyê rêxistinên navnetewî nehatiye kirin.

Li gorî ku Hamid dibêje ji ber van sedeman baweriya bav û dayikên zarokan bi bawernameyên ku zarok bistînin tuneye.

Hamid dibêje heger mirov vî rêbazî û rêbazên rêjîmê li himber hev deyne wê diyar bibe ku rêbazên rêjîma Sûryê ji aliyê psporan tê nivîsandin û amadekirin wek mamosteyên zankoyan lê belê ev rêbazên zimanê kurdî ji aliyê kesin ne pspor hatine nivîsandin û ji ber wilo heger lêveger di van rêbazan de ҫênebe wê nifşeke nezan û paşmayî ava bibe.

Ji aliyê xwe ve rêjîma Sûryê ev gav red kir û biryar da bi girtina hemû dibistanên ku ev metiryal lê werin perwerde kirin.

Mamosteyekî dibistanê ji me re got: ev biryara rêveberiyê hinekî bilez bû û em nikarin herin dibistanan û em ditirsin ku hikûmeta Sûrî me ji karê me bi dûr bixe.

Her wiha ev gav ji aliyê hin welatiyan cihê ne razîbûnê bû ji ber ku ew dibînin ku ta niha ti aliyekî li ser van metiryalan erê nekirye û bawernamê ku bidin zarokan hikûmeta Sûrî qebûl nake lewra pêşeroja zarokan ne diyare û em ditirsin ku zarokên me bê xwendin bimînin û ji ber vê yekê emê zarokên xwe bişînin dibistanên taybet.

Fayiz Qermûtî ku mamosteyê zimanê kurdî ye ji RIHAB NEWS re li ser rêbazên xwendinê axivî û got: di refa yekê de madeya Bîrekarî û zimanê kurdî hene û di refa dudu û sisiyan de wê madeya jiyan û civak zêde bibe, Fayiz diyar kir ku welatiyên kurd zarokên xwe di dibistanan de tomar dikin û jimara şagirtên kurd roj bi roj zêde dibe.

Fayiz got: mamosteyên ku wê van rêbzan fêrî zarokan bikin dive ku 6 mehan li peymangeha zanistên perwerdeyîyê xwendibe yan 3 qunaxê fêrbûna zimanê kurdî li gorî rêbaza Hînker xwendibe.

Di dawiya gotina xwe de Fayiz di dawiya gotina xwe de got: xwendina bi zimanê dayikê xewnek bû lib a miletê kurd û dema ku ev xewn dibe rastî kesin derdikevin û rexnê li vê gave dikin, û gereke em li hêviya tu kesî nemînin ji bo ku rewatiyê bide van rêbazan ji ber ku dijmin tu carî vê yekê nake û di dawiyê de wê ev ziman li peymangeh û zankoyan were fêrkirin.

Hêjaye gotinê ye ku biryara desteya perwerdê ew e ku ev rêbaz li hemû dibistanên ku di ҫarҫoveya kantonê de ne û tevlî wan dibistanên taybet jî, û her wiha ev rêbaz wê di qunaxa pêşdibistan de jî werin fêrkirin.

Hêjaye gotinê ye piştî ku me li van rêbazan nêrî diyar dibe ku armanca kesên ku ev rêbaz nivîsandine ew e ku zarokên kurd bi zimanê xwe bixwînin û binvîsin lê her wiha gelek şaştî û gotinên zimanên din jî di naveroka wan de heye û ev yek bi xwe cihê rexnê ye?

2Q== 2Q== 2Q== Z