DAIŞ Û ŞEREKÎ CÎHANÎ

10 October 2015 11:43 am 295 Views

ŞAHÎN BEKIR SOREKLÎ

Li kolana navenda bajarekî australî jinekê belavok (neshre) belav dikirin. Min ji mêj ve belavkirina belavokan li kolanan nedîtiye, ligel ku salên 70yan, 80yan û 90an min bi xwe ew dinivîsandin (bo bidestxistina pishtgiriya bo mafê Kurdan…) û didan belavkirin.

Belê, min belavok ji dest girt, min dît derbarê Sûriyeyê de ye. Min li binê wê niherî, min dît navê “Sosyalîstên Cîhanî” li binê belavokê ye.

Chûm li qehwexaneyekê danishtim û min xwend. Hinek tishtên mentiqî û hinekên ne dmentiqî di naveroka belavokê de bûn û yek ji wan tirsa ji cîhgirtina sherê cîhanî yê 3yemîn.

Ji xwe re bidin pêsh chavan: Li aliyekî Da’ish. Li aliyê din Amerîka û endamên din yên NATO, Australya, jimareke din ji dewletên bo Amerîka pishtgir, Erebistana Se’ûdî, Qeter, Urdun, Yeketiya Emîretên E’rebî, Sûriye, Îran, Îraq, hêzên rêxistinên Kurdan, hinek rêxistinên îslamî yên wek Cebhetunnusra, Artêsja Azad…

û nuha Rûsistan û heye ku Chîn jî di nav nêzikdemekê de. Û tevahiya cîhana ne musilman bi shêweyên cuda li dij Da’ishê ye! Tehlûkeya nuha mezintir dibêye: Bihevkatina yên li dij Da’ish!

Ihtîmala Cenga Cîhanî ya 3yemîn?! Mirov dikare bibêje, “Na lo!” Lê li milê din, ihtîmal heye. Ma chi wek sedema destpêkirina Sherê Cîhanî yê 1emîn, yê bûyî sedema kujtin, seqetbûn û perîshaniya bi milyonan, hat bikarhanîn?

Kujtina mîrê otrîshî (nemsawî) Franz Ferdinandli Serayêvo (28/06/1914)! Dunyaya mirovan yeke seyr e (e’cêb e)!!!

Ya seyrtir: Chawa ev erda bi encama hebûna mirovên li ser ji milyonan sal û vir ve hîn hilneweshiyaye!