VÎDEO – CEJNA QURANÊ LI ROJAVA

24 September 2015 2:46 am 851 Views

RIHAB NEWS – Kawa Şêxê

Hindik bin jî, xelkê bajarên Rojava cejna qurbanê bi awayekî şermok li hev û din pîroz kirin..

Di sala 5 an de cejna qurbanê di ser Sûrî û Rojavayê Kurdistanê re bi awayekî tirs û xemgîn derbas dibe û welatî tenê bi serdana goristanan cejna hev û din pîroz dikin..

Îsal jî mîna par, xelkên bajarên Rojavayê Kurdistanê cejna qurbanê dinava tirsa terorê, feqîrtî û hêviyê de drebas kirin..

Welatiyan şekirê eydê dan hev, lê tehlaya tunebûna gelek dost û hevalan kûr di riwê her kesî re xuya dikir..

Niha jî bi Vîdeoyek ji bajarê Qamişlo di ber re jî dengê Mihemed Şêxo em xebatkarên RIHAB NEWS em cejna gelê xwe li Rojava û tevahiya Kurdistanê pîroz dikin bi hêviya ku sala were li me hemûyan bibe cejna azadî, serkeftin û aramiyê..