ROJA PÊNCEMÎN A HEFTEYA ÇANDÊ

6 September 2015 12:32 pm 580 Views

RIHAB NEWS – R N A

Hefteya çandê ku ji alî şaxê Hesekê yê yekîtiya nivîskaran ve li dar e, di roja xwe ya pêncemîn de berdewam kir..

Îroj şemê hefiya çandî ya ku şaxê Hesekê yê Yekîtiya nivîskara di bin diruşma (çanda me nasnama me ye) bidawî bû.

Di roja xwe ya pêncemîn de bi amadebûna cemawereke pir mezin , li baregeha şaxê Hesekê koma Ararat ya şanogerî şanoya bi navê ( heya tu jî zirrok ) ji derhênana mamose Mihemed Resûl û lîstikvaniya komek ji Tevgera Ciwanên Şoreşger (koma Ararat) hate pêşkêşkirin.

Cemawer bi şanoyê pir kêfxweş bûn û bi giranbuhayî nirxandin Çîroka şanoyê li ser xortekî kurd e ,tê girtin ji nik hêzên ewlekariyê bi sedema nameyekê ku ji gund jê re rêkirine û di nameyê de mal jê dixwaze kurtanekî ji bo kerê ku nû kirîne ji bajar bikire û ji wan bişîne

Lê hêzên ewlekariyê vê nameyê dibînin wek nîşanên siyasî di hundirê xwe de hiltîne seba vê yekê girtî eşkence dikin û wî pir têşînin. Ev şano têhejimartin ji nav şanoyên cawaz û balkêş û riwê geş ji bo şanoya kurdî diyar dike û dighêje asta akadîmî ji alî lîstikvaniyê û derhêneriyê ve. Di dawiya çalakiyên heftiya çandî de mamoste Hekîmê Revê endamê komîta rêvebir ya şaxê Hesekê li ser navê şax spasiya hemû kes û dezgehên ku li çalakiyên heftiya çandî amade bûn û alîkarbûn di serkeftina wê de.

Bi navê şaxê Hesekê em spasiyê dişînin ji bo :

-hunermend û şêwekarê kurd Erfan Hemdî -radyo RTA.fm -acansa ARA news -acansa ANIHA -RONAHÎ tv -koma Ararat ya şanogerî -mamoste Dilawerê Zengî serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd –Sûriya -nivîskarên mêvan ji dervey bajarê Hesekê :Nivîskar Ciwanê Evdal – helbestvan Dilbirîn – nivîskar Nûşîn Bêcirmanî

ROJA PÊNCEMÎN A HEFTEYA ÇANDÊ 1 ROJA PÊNCEMÎN A HEFTEYA ÇANDÊ 2 ROJA PÊNCEMÎN A HEFTEYA ÇANDÊ 3 ROJA PÊNCEMÎN A HEFTEYA ÇANDÊ 4 ROJA PÊNCEMÎN A HEFTEYA ÇANDÊ 5 ROJA PÊNCEMÎN A HEFTEYA ÇANDÊ 6 ROJA PÊNCEMÎN A HEFTEYA ÇANDÊ 7