NIVÎSKARÊN KURD LI HESEKÊ HEFTEYA ÇANDÊ LI DARXISTIN

11 September 2015 12:24 pm 387 Views

RIHAB NEWS – AVAN HEMÊ

Di bin diruşma ( çanda me nasnama me ye ) şaxê Hesekê yê Yekîtiya Nivîskarên Kurd –Sûriya li navenda xwe ya li bajêrê Hesekê heftiyek çandî lidarxist

Heftiya çandî pênc rojan li ser hev berdewam kir û çalakînin rewşenbîrî cûbicûr tê de hatin pêşkêş kirin .

Di roja yekemîn de 1-9-2015 pêşengeha hunerî ya şêwekar Erfan Hemdî hate vekirin ,di roja duyemîn de semînerek wêjeyî li ser ezmûna nivîskarê hêja şêx Tewfîq Huseynî lidar ket û xelata seydayê Tîrêj ji bo nivîskar hate pêşkêş kirin.

Di roja siyemîn de şevbuhêrkek çîrokî bi beşdariya (Ciwanê Evdal –Imran Yûsiv – Mihemed Fetah) û di roja çaremîn de şevbuhêrkek helbestî bi beşdariya (Dilbirîn –Nûşîn Bêcirmanî –Luqman Osman-Cemîl Dahir-Mihemed Revê ) lidarketin.

Heftiya çandî di roja xwe ya pêncemîn de bi pêşkêşkirina şanoyekê bi navê (Heya tu jî Zirok ) ji derhênana Mihemed Resûl ,ji nik koma Ararat ya şanogerî bidawî bû.

-Hena’i Dawûd -seroka şaxê Hesekê got: mebesta me ji lidarxistina vê çalakiyê ewe ku em kolana rewşenbîrî li bajarê Hesekê çalak bikin ,taybet piştî ku aramî vegeriya bajêr ,herweha me xwest nameyekê bişînin ji bo gelê me yê ji welat koçber dibe û bêjin hîn jiyan berdewame ,û me xwest jî çanda xwe ya kurdî bi rengekî şaristanî pêşkêş bikin û emê berdewam bin di çalakiyên xwe yên :

rewşenbîrî de

11261425_1032556743430400_883630348_o 11297110_1032556616763746_678600692_o 11993222_1032557103430364_430427907_o 11999403_1032557020097039_675969574_o a ddd dfg fdfsdf fg fgfg gg jh qws rrr sdf wer

Related Posts