NIRXANDINEK DI PIRTÛKA /NEQŞEK JI AGIR/ YA KAWA ŞÊXÊ

11 September 2015 12:24 pm 375 Views

FÊRGÎN MELÎK AYKOÇ

Kawa Şêxê li pey pirtûka xwe ya şanoyê “Şikeftê” vê carê jî bi pirtûka xwe ya çîrokan ya bi navê „Nexşek ji Agir“ rengekî nû daye çîrokên Kurdî.

Şervanên Azadiyê ne tenê gernas, canfeda û afrînerên mîtolojîk in. Berê her tiştî; ew parçeyekê ji me û mirovên sade ne. Ji wê, her şervanekî/ê çîrokeke xwe, çîrokeke xwe yê tevê refê gerîlayanbûyînê, hobûyîn, meyl, hobî, stran û evîneke xwe jî heye. Dema mirov bikane di nava objektîfa nirxandinan de vê aliyê şervanan jî bibîne; hê zêdetir xwe nêzîkê wan dibîne, ji ked û canfedakariya wan re rêz digire. Li aliyê din kî ji nava pez, kî ji nava zevî û ziyanan, kî ji cihê kar û karxanan, kî ji Eropa, kî ji nava dewlemendiyê qetyaya, berê xwe daye çiyayên hêviya gelê me û li wan çiyan prototupeke yekitiya netewa Kurd pêkaniye. Rêzdar Kawa jî bê ku têkeve nava bîrdozên serêşê, bi şiroveyên bêhnçikandinê serê me biêşîne, berê objektîva bîr û qelema xwe daye vê aliyê şervanan yê bi raz. Dibe ji vê be, morov ji xwendina çîrokên wî têr nabe, Dixwaze her û her bixwîne.

neqshek ji agir

Kawa Şêxê di despêkê de wiha dibêje: “Şervanên Azadiyê, hesreta dilê dayîk û gelê xwe: Heya hûn li pişta me bin, emê ji jiyanê re bikenin û ji hêviyê re dilan vekin.” Pirtûka çîrokan ya Kawa Şêxê „Nexşek ji Agir“ li pey “Diyarî, Sipasiyek û pêşgotinek” Ji pazdeh çîrokên kurt pêk tê. Naveroka wan bi kurtî wiha ne. Lê divê mirov bixwîne ku bikane wê çêjê jê bistîne:

1– Nêçîra guran: Gerîlayeke ji malbateke şivanan berê xwe daye nava refên şervanên azadiyê. Hevokek balkêş ji vê çîrokê: “…ji bavê min re bêje; aniha ez bûme şivan, gelek silavan lêke û jê re bêje; nêçîra guran ne tenê spor û mêrxasiye.”

2– Kew ê nikil sor : Şervan Şahîn ji çivîkan hez dike. Carnan ji evîna çivîkan erkên xwe jî ji bîr dike: Hevokek ji çîrokê: “…ez wek kîvroşkekê bi dizî hatim, tu çawa bi hatina min hisya? Wî got: Ma te bihîstiye ku kîvroşk çûne nêçîra şahînan. Rû 28.”

3– Rênas ê Hirçê: Ji malbateke welatparêz e. Dema qeliyê çêdike, hirçeke tê qelya wan dixwe. Hevokek ji çîrokê: “Em hatin çiyê, da ku em rêça şehîd û şervanên xwe – yên ku me li ser wana stran û helbest digotin – bişopînin.”

4– Nexşek ji Agir: Zerdeşt kurekî êzîdî û Salar jî bisilman e. Her du ji gundekî ne. Dema şewata gund de rastiyê têdigihêjin û Salar ji bo ku bikane Zerdeşt biparêze şehîd dikeve. Hevokek ji vê dilsoziyê: “Te ji bo çend keviran ewqas şer kiriye, te digot yê mala min xera bike, dijmitatiya min dike. Lê aniha tê çi bêje, ji bo yekî ku gundê te tev xera kiribe?”

5– Natalya Reşoyev: Keçeke xwedanê derfetên fire ye, dê rûs e. Lê dîsa jî ew azadiya xwe di nava şervanên azadiyê de dibîne. Hevokek: “Min li ser jinên rûs yên çeleng xwend, bê çawa bi canê xwe rêça xwe di nava hesin û agir de vekirine.

6– Koçero: Ew ji malbateke marangoz e. çarçoveyekê ji wêneyê şehîdekî re çêdike û serê wî ji ber wê çarçoveyê bi dagirkeran re dikeve belayê.

7– Gulîstan Keça şehîdekî ye. Di çadirên li keviya bajaran de, di nava perîşaniyê de mezin dibe. Hevokek ji vê nalînê: “Em di bin çadira pênaberan ya rizyayî de bûn…”

8– Çîroka Rojnamewanekî: Li ser evîna Halîl Dax ya bo kamerayê û hêviyên wî radiweste. Hevokek jê: ”… lê ez li hêviya tiştekî wek çîroka çiya bûm, da ku ez eşkere bikim.”

9– Doktor: Doktor Şerzad ji malbateke doktoran e, lê xeyalên wî yên din hene. Di nava bêderfetiyan de, ji şerwanan re doktorî dike:

10– Filozofê Xwezayê. Cemal ji fîlosofiyê hez dike. Di her pêkhatin û guherînê xwezayê de fîlozofîyekê dibîne. Hevokek ji fîlozofiya wî: “…Trijên rojê li ser dêmên te bêje; va ye şev têk çû û rojê dest pê kir. Ew felsefeyek bi serê xwe ye, reş û spî li dij hev şer dikin.”

11– Siyamend Gohbelo: Wî ji destê dêmariyê gelek kişandiye. Taybetiya wî ew e; ew her dengî berê her kesî dibîhîse.

12– Hozanê Awazên Evîne. Mijara evîna Hozan Serhed ya ji bo saz wek mijar girtiye. Van gotinê gorbihuşt derdixe pêş: “Ji ber ku baran nota wê heye, kî nota baranê fêm bike û mûzîka xwe li gor wê lê bide, wê dengê mûzîka wî xweştir be.”

13– Jiyana dayîk û gerîlayeke di nava şer de hatiye dunê li ber çavên me radixe.

14– Mem ê Kurdistan. Çîroka evîna şervanekî ku ji ber mêrkujiya du malbatan têk çûye û di rengekî diramatîk de ye, vedinivisîne.

15– Bavê şehîdekî ; çîroka bavê şehîdekî ku dixwaze li Qendîlê giyana kurê xwe yê şehîd ziyaret bike, li ber çavan radixîne.

Zimanê çîrokên wî ne ji serêşiya zimanê akademîk e, zimanê gel û gelek sade ye. Objektîfa qelema wî; dşibe rengê xwezayê. Ji wê jî xwendina Kurdî bi mirovan dide hezkirin. Weşanxaneya li bêrîka niviskaran dinêre, erkên xwe yên redekteyê baş pêk ne aniye. Ev çîrokên bê mînak li ser kaxizeke erzan tomar kiriye.

Nasnameya berhemê.

Navê wê: „Nexşek ji Agir“ e.

Bergê wê; li ser zemînê keskêşînî û qehweyê axî wêneyê şerwaneke jin û yekê mêr heye. Li ser bergê paşiyê jî wêneyê niviskar û nirxandineke wî heye.

Berhem ji 134 rûpelan pêk tê. Ji weşanên Han di adara 20011 an de hatiye çapkirin.

capanik51@hotmail.de

Related Posts