LI QAMIŞLO 2 ŞANOYÊN ZAROKAN HATIN PÊŞKÊŞ KIRIN

6 September 2015 12:56 pm 565 Views

RIHAB NEWS – DILŞAD EBDO

Doh şemiyê û li navenda çand û hunerê ya bajarê Qamişlo 2 komên şano ên zarokan şanoyên xwe pêşkêş kirin.

Li Sûryê bi tevayî û li Rojava bi taybetî û ji ber şer û êrîşên ku li ser Rojava dibûn çanda tundiyê û şer xwe berdabûn nav lîskên zarokan jî, lê miletê kurd miletekî sax e her dem kare roniyê peyda bike û çanda şaristaniyê belav bike.

Doh şemiyê û li navenda çand û hunerê ya bajarê Qamişlo 2 komên şano ên zarokan şanoyên xwe pêşkêş kirin. Berpirsê koma yekemîn mamoste Ebdil Rehman bavê Lawîn ji RIHAB NEWS re got: ev şano bi navê VALAHÎ bû û Deqê mamoste Ehmed Ismaîl bû û tiştê balkêş ku derhênerên wê 2 zarok ji heman komê bû bûn (Hemalîn Ferman- Sîmav Hibo).

Her wiha bavê lawîn diyar kir ku naveroka vê şanoyê û nama wê dibêje: bi xwendinê û zanînê welat ava dibin û bi nezaniyê welat wêran dibin.

Ji aliyê xwe ve berpirsê koma din ya zarokan mamoste Ebdil Mecîd diyar kir: ku şanoya wî bi navê DIBISTANA NE TEBITYA ji nivîsandin û derhênera wî bû û nama vê şanoyê dibêje: ew zarokên ku dest ji dibistana xwe ber didin û dirin cadeyan û dest bi diziyê dikin û pişt re poşman dibin û vedigerin dibistana xwe ji ber ku tenê ew rê wê wan bighîne armancên wan.

Herdû komên zarokan tevlî hemû kêmanî û karînên diravî yên hindik van zarokan karîbûn bihêlin kesên ku beşdar bû rawestin û bi germahî ji wan re çepka bixin.

Hêjaye gotinê ku di dema dawî de li rojava gelek guhdan bi şano dibe ne xasim şanoyên zarokan, lewra gelek komên zarokan ava bûne û gele mehrecan jî hatine li dar xistin.

LI QAMIŞLO 2 ŞANOYÊN ZAROKAN HATIN PÊŞKÊŞ KIRIN 1 LI QAMIŞLO 2 ŞANOYÊN ZAROKAN HATIN PÊŞKÊŞ KIRIN 2 LI QAMIŞLO 2 ŞANOYÊN ZAROKAN HATIN PÊŞKÊŞ KIRIN 3 LI QAMIŞLO 2 ŞANOYÊN ZAROKAN HATIN PÊŞKÊŞ KIRIN 4 LI QAMIŞLO 2 ŞANOYÊN ZAROKAN HATIN PÊŞKÊŞ KIRIN 5 LI QAMIŞLO 2 ŞANOYÊN ZAROKAN HATIN PÊŞKÊŞ KIRIN 7

 

Related Posts