SERJÊKIRIN ÊDÎ LÎSKA HERKESÎ YE

24 August 2015 6:25 pm 512 Views

RIHAB NEWS – QEHREMAN HENÎF

Piştî ku rêxistina DAIŞ ya terorîst bû mînakek sereke li tevahîya jîyanê di jibo serjêkirina inasanan di dîroka nû de, êdî hêzên rêjîma Esed jî gavên xwe li wan digrin û bi eynî awayî rêça terorê berdewam dikin.

Hêzên rêjîmê serê 8 endamên rêxistina terorîstên DAIŞ di êrîşa balafirgeha (Kuwêris) doh jê kirin

Navenda şopandina mafên mirovan li gorî wêneyin ku jêre hatibûn ku têde leşkerên Beşar Elesed bi serê çend kesên girêdayî rêxistina DAIŞ girtine û hin seriyên din jî di leganan de ne, ku di encama êrîşa ku doh li balafirgeha (Kuwêris) ya leşkerî de rû da û têde bi kêmanî 5 komîtanên rêjîme hatin kuştin.

Ev ne cara yekemîn e ku leşkerên rêjîmê vî şêweyî ji kuştinê bi kar tînnin ku di 23ê meha adara vê salê de navenda şopandinê weşandibû ku hêzên rêjîma Sûrî serê du kesên ku di grûpek girêdayî rêxistina DAIŞ de şer dikin li balafirgeha Dêra zorê jêkirin, ku piştî serjêkirinê yek ji leşkeran wêneyê herdû serîyan xistibû wêneya profîla xwe li ser sepana (Whats up) !!

û herweha rêza hovîtîyê berdewam kir û di 12 meha Hezîranê de dêmenin ji navendê re hatin şandin ku têde diysr dibe çawa endamekî artêşa rêjîmê bi termê mêrikekî dinimîne ku histê wî bi awayekî xerab dibire û herdû çavên wî bi kêrê derdixe û sixêfan dixêdê û di bere jî pêre diaxive û dibêje:´´ev heyfa qîzên elewya ye, hun dixwazin nêzî Lazîqyê û mervên me bibin, me gelek xortên ciwan dan, ezê ji xwîna te vexwim, hun me bi gazan baran dikin, werin bi tivinga rûberî me bibin´´.

û bi awayekî berfirehtir jî di 29ê eynê mehê de çavkanîyin ji xelkên bajarê Hesekê ji navendê re ragihandin ku hêzên rêjîmê û yên parastina netewî li Hesekê 5 laşeyên terorîstên DAIŞ ku yek ji wan jî serjêkirî bû anîn û li pêşya gelek kesan ji milet li orta rê agir berdan wan.

ji alîkî jî rêjîm vê hovîtiyê ne tenê li dijî nûvekarê wê bi kar anî, ku 5ê meha Tîrmeha çûnî de jî di hin wêneyan de jî hate nîşankirin çawa mîlîşeyên rêjîmê û grûpên girêdayî wê çend laşeyên çekdarên grûpên islamî û yên artêşa azad di berberî û cenga li taxa (Cimhîet Elzehraa) di bajarê Helebê de, hêzên rêjîmê ew kişandin û agir berdan wan û şewitandin.

hêjayî gotinê ye ku hovîtîya rêjîmê jê hin bi hin ber bi hovêtî û terora rêxistina DAIŞ dibe û hewil didin ku pêşazîya wan jî bike, dibe ku dixwaze çekê dijminê xwe bikarbîne ta ku xwe biparêze, û

dibejî ku ev rastîya hovîtî û kîna di dilê wê de ye, lê çawa be jî ev kar nekevin rêza karên mirovantîyê û teror tim dimîne teror.