ŞERÊ TIRKÎ LI SER KURDAN JI ŞERÊ NIŞKAVE DIBE LIHEVXISTINEKE RASTE RAST

5 August 2015 12:10 pm 339 Views
sirnax

RIHAB NEWS – DILSHAND EBDO

 

 

Şervanên partiya karkerên kurdistan PKK ew û artêşa Tirkyê piştî ku 2 leşkerên Tirk di teqîna mayînekê de hatin kuştin ketin şerê rû bi rû de..

 

Di navbera Guerîllaên PKK û artêşa Tirkyê roja sêşemê piştî ku 2 leşkerên Tirk hatin kuştin û 2 jî birîndarbûn di teqîna mayînekê de, ku dewleta Tirk PKK bi wê teqînê tewanbar kirin şerê rû bi rû  qewimî..

 

Ev şer wek guhertinekê ye ji teqînan û bumbebarana asmanî bo rûbirûna leşkerî ya raste rast.

 

Jêderan got : çekdarên Kurd di dema derbasbûna karwaneke leşkerî de li herêma Arakoy li wîlayeta Şirnax li ser sînorên Sûrî û Îraq mayînek ji dûr ve teqandin, piştî teqînê şer di nav leşkerên Tirk û çekdarên PKK de qewimî, û ev zanyarî ji alî ajansa Enadolê ve hatin tekez kirin.

 

Jêderan PKK bi wî şerî berpirsyar kir piştî ku PKK êrîşên xwe li dijî hêzên ewlehî di herdû heftiyên borî de zêde kiribû di dema ku balafirên şer yên Tirkî êrîş dibirin ser bargehên wan li bakurê Îraqê.

 

Serokê Tirkî Receb Tayib Erdogan şer li dijî terorê ragihand bû û bi wê behaneyê PKK armanc dikir wek rêxistina DAIŞ ya ku bi teqîna xwekuj a li Sirûcê di 20 tîrmehê de û di encama wê de 32 xort hatin kuştin tewanbar bibû . Û ew agirbesta ku herdû alî ji 2013 ve dabûn destpê kirin bi dawî bû..

 

Gelek hevpeymanên rojava ji wan Nato Û Emerîka piştgiriya Tirkî kirin, lê gelekan jî Tirkî dehf dan ji bo ku hêzeke zêde bi kar nîne û pêvajoya aştiyê têk nebe.

 

Serokê Tirkî Erdogan di 2012 ji bo rawestandina şer li başûrî rojhelatê welat ku piraniya nişteciyên wê kurd in û di wî şerî de 40 hezar kes ji sala 1984 e heya niha hatibûn kuştin dest bi geftûgoyan kiribû.

 

Erdogan di heftiya borî de jî gotibû: berdewam bûna pêvajoya aştiyê bûye tiştekî neçar û doz li perleman kir ku rahêje parastinê li ser siyastmedarên ku xwedî têkilî ne bi kesên tundrew. Operasyona Tirkî li ser Daişê guman li ba hin kurdan afirand ku ev hinceteke ji bo ku nehêle kurd deskeftiyên siyasî û meydanî bi dest bixin.