Min xwest serdanekê bikim, lê bi gelekî ji wê mestir derket..

31 August 2015 1:08 pm 311 Views

Kawa Şêxê

11

13 Sal in li derveyç welat dijîm, lê her şev dema ku serê xwe datînim ser balgî careke din li deşt û newalên zuha yên Rojava vedigerim

Her ku derfet çêdibe jî dixwazim werim bi çavê xwe bibînim…

Niha jî ji bo cara yekemîn li Rojava me, erê cara yekemîn piştî ku ev der bûye Rojava..

Rojavayê Kurdistanê ango devera jidayikbûna min piştî salên dirêj ji tariyê niha jî di qonaxeke de dijî..

Qonaxa nû ya Rojava ji bo min mereqeke mezin bû, min ji ber karê xwe di rojnamevaniyê de dişopand û kêlî bi kêkî dilê min li vir lêdida lê dîsa jî dîtin û bihîstin nabin yek…

Min xwest ku bibînim û bîn bikim..

Hatim Rojava, ji sînorê di navbera başûr û Rojava re min destpê kir..

Ji ber derî ve min guhertin dîtin..

Ji ber derî heya Qamişlo niza ne ji ber ku bihara îsal zêde bû niza ne ji ber ku tiyê vê xakê me min tenê bîna gul û beybûnan dikir…

Rojavayê  Kurdistanê bi xemleke bûkanî xemilî bû, deştên wê tijî genim, ceh, nok, nîsk, kuncî, gijnîj û kemûn bû û asîman jî bi alên kes, sor û zer û bi wêneyên şehîd û egîdan rengîn bubû.

Giham Qamişlo çûm Dêrik, Tirbespiyê, Serêkaniyê, Hesekê û Rimêlan û di nava sazî û dezgehên  Kurdan de geriyam..

Kurdan rêveberyeke xwe li herêmê avakirine biçûk û bi gelek kêmasî lê şêrîn, xweşik û mîna hesreta dilan bi hezkirin..

Kurd li Rojavayê Kurdistanê siyasetê dikin, avakirinê dikin, xwe diparêzin û ber bi pêşerojê ve dimeşin.

Li her kolanekê konekî sersaxiyê vegirtiye, lê ne konê şînêye na,  ji binê konan dengê tilîlî silogan û sonda berxwedanê tê bihîstin…

22

Zarok, mezinm kal, pîr, jin û mêr hema bêje her kes bi zimanê Kurdî mijûl e, û dema zarok ji dibistanan vedigern derzên xwe bi  dayik û bavê xwere barvedikin.

Dayikên ku bi hesreta alîkirina zarokên xwe bûn, êdî ev derî li ber wan vekiriye ji ber ku derz û mijar kurdî ne. Dayik bi wanre kar dikin wan fêr dikin û ji wan fêr dibin.

Mamoste û şagirt jî li ser rêzkirina tîpên Kurdî li dibistanan di nava xebateke bêhempa de ne.

Starn û Mûzîka Kurdî jî mîna dara ku were avdan, roj bi roj li Rojava geş dibe û pêşdikeve, kom ava dibin şagirt tên perwerdekirin û Mihemed Şêxo û Aramê Tîgran mamostetiya xwe dewam dikin.

33

 

Li Rojava keniyam, aciz bûm giriyam, şabûm lê ji van estan bêtir ez serbilind bûm..

Nivîskar li hev dicivin, behsa piroje û rewşa xwe dikin, hinek kêfxweş in hinek bêtir dixwazin û hinek jî dibêjin na em ne razî ne.

Ji bilî van tiştan, pirsgirêkên av û eliktrîkê hebûn û bazar û bazirgan jî di bin bandora bêbavê Dolar de diçûn û dihatin.

Serdana min a Rojava ji serdanê wêdetir, bû bixweve hatinek û min moral û enerjî têra temenekî jê girt.

Dema ku Rojava bidim nasîn ezê wisa bibêjim: keçek ciwan, pir xweşik, di riwê wê de şûna hin deverên şewatê heye, çavên wê tijî hêsir in, lê devê wê li ken e!

Related Posts