BI WÊNEYAN – 2 ZAROK LI ÎRANÊ ZEWICÎN

28 August 2015 11:32 am 1163 Views

RIHAB NEWS – Kawa Şêxê

 

Li Îranê lawikê 14 salî bi keça 10 salî re hate zewicandin û daweta wan hate li darxistin..

 

Di bûyerek balkêş de, li ser malperên Internêtê du zarokên Îranî ku lawik 14 û keçik deh salî ye di dawetekê de xuya dikin û li gora van malperan ev herdû zarok bi hevre hatine zewicandin..

 

Tevî ku qanûna Îranê ya sala 2002 an dibêje ku gerek herî kêm temenê lawik 15 û yê keçikê 13 be da ku karibin bi hevre bizewicin, lê dîsa jî di vê bûyerê de herdû jî ji temenê destnîşankirî kêmtir in û zewaca wan pêk hat..

 

Li gora malperên ku nûçe belavkirin di qanûna zewacê heger ku herdû malbat û mehkemeya li hevanînê biryar bidin temen nema dibe sînor li ber zewaca zarokan..

Wisa xuya dike di wêneman de ku zarokan li hevkiriye û mîna ku lîskekê bi hevre bilîzin i xwere dikenin û wêneman dikşînin, her wiha malbatê herdû zarokan jî di wêneman de derdikevin û ew jî kêfxweş xuya dikin..

 

ê de Xwedê xêr ke..

zewaca zarokan   3

zewaca zarokan  2

zewaca zarokan 1

zewaca zarokan 4

zewaca zarokan5