SEROKÊ HERÊMA KURDISTANÊ M, BARZANÎ DERBARÊ ÊRÎŞA TIRKAN DE ÇI GOT?

29 July 2015 11:38 am 384 Views
Masouud barzani

Rihab news – R N A

Serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî helwesta xwe ya kesane di derbareyî pêşketinên di navbera hikûmeta Turkiyê û PKKê de diyar kir û tekez kir  ku tenê Diyalog rêka piroseya aştiyê ye .

Barzanî di nameya xwe dibêje:

Min pêwîst dît ku helwesta xwe di derbareyî bûyer û pêşkeftinê dawî di navbera Turkiyê û partiya karkerên kurdistanê de  diyar bikim, ji ber ku hin şîroveyên ne rast û hin helwestên pêşwext û dûr ji rastiyê di derbareyî helwesta min de, derketin hole.

perçekirina kurdan weke netew  ne bi îradeya wan bû û wê perçebûnê rewşeke ta li ser me sepand, lê rewş ji aliyê Erdnîgarî û sînorên navdewletî de weke berê ma, me bi xwîn û qurbaniyan nasnameya xwe ya netewî parast ji sedsalekê de gelê kurd  şer setem û dagîrkeriyê kir , me nikarî rewş bugherta û li hemberî wê jî aliyê din nikarî me tune bikin, ji ber vê yekê ez gihîştin wê baweriyê ku encamê şer nînin û divê  em sûdê ji hemî keysên aştiyê werbigrin û berê xwe bidin diyalog û aştiyê.

Piştî şerê Kiwêtê, tevî ku me li başûrê kurdistanê, gelek qonax derbaskiribûn, lê hikûmetek avakir, ji aliyê nêvdewletî ve hate naskirin û li her derê, ev hikûmet bû cihê hêviya her kurdekî, me bi awayekî kesane û herweha hikûmeta kurdistanê jî, her tiştê ji destên me derdiket me kir , da ku em bi xwîşk û birayên xwe re li dûrî zêdebariyan, alîkar bin.

Heger em bi çavekî objektîv li rewşa turkiyê mêze bikin emê bibînin ku berî hatina partiya geşepêdan û dadê, navên kurd, Kurdistan û hemî û hemî nîşanên kurdan qedexe bûn, me gelek hewilda ku bingehekê li Turkiyê  ji piroseya aştiyê re ava bikin, piştî gengeşe û hevdîtinan diyar bû ku nêrîn û siyaseta  AKPê û şexsê birêz Erdoxan di derbareyî kurdan de  ji  partiyên turk ên din ciyawaz e. loma me hewilda ku partiya karkerên kurdistanê tevlî wan nîqaşan bibe û danûstandin li gel birêz Ocelan wekî aliyekî sereke , werin kirin ev gav  bi xwe pêşkeftineke  mezin bû ji ber ku hikûmetê berî AKPê bi çavekî nizim û sivik bi birêz Ocelan re dimeyizand.di encama van pêşkeftinan de encamin baş derketin û heymên guftûgoyên yekser hatin vekirin.

Li destpêkê Piroseya aştiyê bi awayekî baş birêve çû lê mixabin di dû re  hinek astengî derketin pêşiya piroseyê û tevî vê jî prose nehate bidawîkirin û bi taybetî  piştî dewleta turkiyê, birêz Ocelan û HDPê pêbendiya xwe bi pirose û berdewambûna wê dane xuyankirin.lewma me hêvî dikir ku ti kend û kelem dernekevin pêşiya piroseya aştiyê û herweha me amadekariya xwe  bi pêşkêşkirina alîkariyê jib o herdû aliyan ,  nîşan da.

Di vê demê  em banga ji nû ve  destpêkirina piroseyê dikin û gelê kurd mafên xwe yên netewî bidestxîne û aramî û aştî belav bibe.

Li ser helwesta turkiyê û partiya karkerên kurdistanê em dibêjin ku em siyaseta turkiyê najon û ji ber de ne berpirsyar in û herweha em ji ber siyaseta PKKê ve jî be berpirsyar in , tiştê ku ji destên me tê der ew e ku em alîkariya wan di bêzîkbûn û diyalogê de bikin, ez vê yekê ji dîrokê re dibêjim , me gelek nîşan û gave baş ji hikûmeta turkiyê ve  jib o ûareseriya aştiyane dîtine lê hin alî nikarin vê yekê bibînin û xuya bû ku  pozbilindiyê ketine, min gelek name ji PKKê re şandin da ku aram bin ji ber ku piroseya aştiyê zehmet e û serkeftina wê bi hewceyî bêhineke fereh e, min j wan re got turkiyê bi du polîsan bidawî nabe, di dema niha de, hersendek jib o berdewamkirina xebata aştiyane heye ew jî rêka sepetên dengdanê, pênûs, diyalog û siyasetê ye, ji be rev berhema mezin bi van rêkan tê meydanê û bi carekê  di rêka çekan nayên pêkanîn, heya niha em dibînin ku divê HDPê û AKPê li hev bikin û hikûmeteke nû li turkiyê  ava bikin.ji ber ku ev bi xwe serkeftineke mezin ji kurdan , turkiyê û deverê re ye.

Ji destpêkê de me didît venekişandina birayara çeknedanîn û bidawîkirina şer bi yekcarî, ji aliyê Birêz Ocelan û HDPê ve, gaveke gelek şaş bû di rêvebirina PKKê de, ji ber ku ev yeka turkiyê weke aliyekî diyalogê binav dike, danûstandinê bi birêz Ocelan re bakin, û HDPê dixin bin fişareke siyasî û perlemanî ya mezin , û bi taybetî piştî serkeftina wê ya mezin.

Di dema niha de şerekî mezin li deverê heye, divê hevbendiya deverê roleke pêwîst li kêleka hevbendiya navdewletî di vî şerî de bilîze û em ne bi hewceyî  şer û kêşeyên ne serke ne .ji her aliyekî tê xwestin ku kar ji bo têkbirina diyardeya  Daişê, sedem û encamên wê, li devera me were kirin.

Em dibînin ku rêkeftina Emerîka û Turkiyê ji bo lêdana  Daişê, geveke pêwîst e û ewê encamp û bandore mezin bi xwe re bîne û herweha encamê  beşdarbûna leşkerî ya  turkiyê  bi alîkariya Emerîka wê di şer de mezin bin, ji me hemiyan tê xwestin ku em bi dîqet van pêşkeftinan bixwînin.

Ji rewşa nû û derketina bêhna barûdê ,Ez gelek dilgiran im, ez ji şer hez nakim û ti carî  piştgiriya şer nakim , tevî ku gelek têbîniyên min li ser siyaseta PKKê hene û bi taybetî destêwerdana di hundirê herêma kurdistanê û beşên din ên kurdistanê, û herweha destdanîna li ser biryara Rojavayê kurdistanê lê tevî wê ez dibînim doza rewa a gelê kurd di ser hemî tiştî re ye , di riya silogan, germkirin, şer û tundûtûjiyê re pirsgirêk çaereser nabin, ez dikarim alîkariya herî alîkariya herî baş ji wan re bikim û wan vexwendinî maseya diyalogê û berdewamkirina piroseya aştiyê bikim, ji ber berdewambûna şer wê gelek ziyanan bighîne xelk û nişteciyê deverên sînorî li herêma kurdistanê.

Ji mafê xelkê ye ku bipirsin: çima herêma kurdistanê dibê meydana şer û jiyan û rihetiya wan dixe bin metirsiyê.

Li dawiyê em tekez dikin ku ji  bo  çareserkirina pirsgirêkan tenê rêka vegerandina piroseya aştî û diyalogê heye û emê hewil bidin û her tiştê ku ji destên me tê de emê alîkariya vejandina prioseya aştiyê bikin.

Werger: Bahoz Xelîl