ÇIYAYÊ CÛDÎ DIŞEWITE

19 July 2015 12:13 am 390 Views
ÇIYAYÊ CÛDÎ DIŞEWITE

RIHAB NEWS – Kawa Şêxê

Ji 15 Tîrmehê ve agir bi çiyayê Cûdî ketiye û hê jî ew Agir nehatiye vemirandin tenê li hember wî xemsarî tê nîşan dan..
Bombebarana leşkerên Tabura Git li Çiyayê Cûdî dest pê ji 15 Tîrmehê ve bû agir û kete nava dehl û darên çiyê de û hêj jî nehatiye vemirandin.

Hate ragihandin ku leşkeran çiyayê Cûdî dabûn ber topan û di encamê de li nêzî gundên Herbol û Silib ên bajaroka Bêspin ê navçeya Silopî ya Şirnexê agir bi daristanan ketibû.

Heya niha bi dehan hektar daristan şewiteye. Her çiqas welatiyên li gundê Herbol dijîn ji rayedaran xwestibe destwerdanê agir bikin jî tu encam nehatiye stendin. Welatiyên ku hejmara wan ji dehan nabore bi derfetên xwe hewl didin pêşiyê li berfirehbûna agir bigirin lê ji ber şertên xwezaya çiyayê Cûdî heya niha nekarîne pêşiyê li agir bigrin..