ÇÎROKA KERÊ TÎ

29 July 2015 12:38 pm 589 Views

RIHAB NEWS – MIHEMED ENWER

 

Dema derbasbûna şervanên Kurd taxa Neşwa xerbî ya bajarê Hesekê, çîrokek ecêb bi wan re çêbû..

 

Li gora ku şervanan bi xwe ragihand, dema ku ew derbasî taxa Neşwa bûn 4 rojan wan çete di hindirê taxê de dorpêç kiribûn.

 

Di vê dorpêçê de av nema bû û çeteyên di dorpêçê de li rêya revê digeriyan.

Di roja çaran de çete ji hev belabûn, hinek hatin kuştin, hineka xwe radestî şervanên Kurd kir û hinek jî revyan.

 

Lê dema ku şervan derbasî taxa ku çete tê de asê mabûn dîtin ku di hewşa malê de kerekî girêdayî  heye.

 

Ji ber ku dunya gelekî gerim bû û ji ber ku ker jî girêdayî bû û nikarîbû li avê bigeryaya ketibû rewşeke pir zehmet de û ber bi mirina ji tîna ve diçû.

 

Şervanên ku ketin malê de û piştî ku her der ji mayînan kontrol kirin ji ava xwe ya vexwarinê av dan kerê tî û di encamê de ev wêne derketin holê.

1 2 3

 

Related Posts