CEJNA REMEZANÊ Û ZAROKÊN SÛRÎ

17 July 2015 3:00 pm 527 Views
zarok u şer

Rihab News- RNA

Zarokên Sûrî bi rahiştina çekan û lîstikka kuştinê cejna xwe pîroz dikin..

Bi banga melê sibê re cejnê destpê kir, zarokan berê xwe dane taxan û dest bi lîstika xwe ya ku piştî şoreşê çê bûye kirin..

Lîstika wan navê wê kirne opozisyon û rêjîme yan jî YPG û DAIŞ, ew zarok radijin tifing û çekên plastîk û xwe dikin du girûp û şerê hev dikin.

Girûpek ji wan navê xwe dike YPG an artêşa azad û tîma dijber jî navê wê dibe DAIŞ an rêjîm.

Hêjaye gotinê ey ku di salên berî şoreşê de zarokên Sûrî bi gelek lîstikên dûrî çanda şer û çekan  dilîstin mîna lîstika çav girtinkê û gogê.