Berhemên Rezoyê Osê

27 June 2015 6:27 pm 733 Views

Weşanên Ar berhemên Rezoyê Osê bi alîkariya Komeleya Ramyarî ya Swêdî-Kurdî, 12 Adarê (Svensk kurdisk ideell förening 12:e Mars), nîsana 2014 li Stenbolê pêkaniye.
Mamostayê me Rezo yek ji wan rewşenbîran bû ku …bêdeng xebata xwe dikir. Ji xwe bêdengiya wî jî, giraniyek didayê û ev giranî di xebata wî ya di warê pirsa netewî de xuya dibû û weha jî, di berhemên wî de yên ku niha li ber destên we ne.Gerek e, bête gotin ku mamosta Rezo, bi zanîna xwe piralî bû û ev piralî, di pirrengiya afirandinên wî de diyar dibin.
Bi armanca firehkirin û hesankirina ragihandin û xwendina berhemên mamostayê mezin Rezoyê Osê û parastina wan, weşandina piraniya berhemên wî yên berdest bi hev re û di yek çapê de hate çapkirin. Hinek ji van berheman berî niha bi tena xwe hatine çapkirin û yên din cara pêşî ye têne weşandin, berhem di vê çapê de li gor babetan hatiye nijinandin ne li gor dema nivîsandina wan.
Berhemên di vê çapê de rengereng in, ew jî ev in:
• Rexne li rexnê
• Xwedîkirin û guhdana zarokan di civaka kurd a kevin de
• Tûjik
• Civîna pêlavan
• Helbest
• Merganê
• XilmaşîJimareke mezin ya destnivîsên mamosta Rezoyê Osê hene ew hê nehatine weşandin û li benda civandin, nijinandin û çapkirinê ne.
Komek ji dostên Rezoyê Osê