BERHEMA CÎHAN YILDIRIM (MÎRÊ ÇIYAYAN KOÇERO)

27 June 2015 4:49 am 543 Views

Romana Cîhan YILDIRIM, “Mîrê Çiyayan KOÇERO” derket. Ev roman, çîroka Koçero ye û ji alîyê weşanxane J&J ve hatiye çapkirin.

Di jiyana kurdan de mehkûmî û firarî cihekî pir girîng digre. Heta salên 1970 yan kesên ku ji ber hêzên dewletê bibûn firar, qaçax an mehkûm, bi lehengiyên xwe dibûn efsane. Lê yek ji wan hebû ku nav û dengê wî li dinê belav bûye û bûye mijara kilam, roman, helbest û fîlman, ew KOÇERO ye. Bi rastî navê wi Mehmet İhsan KİLİT e. Koçero navleka wi ye. Lê di nava gel de herkes wî Koçero dizan e, ew ji xwe weke Mîrê Çiyayan dide naskirin.

CÎHAN YILDIRIM KÊ YE?

Cîhan Yildirim, di sala 1972 an de li Misircê (Kurtalan) hatiye dunê, dibistana seretayî û ya navînî li wur xelas kiriye. Di sala 1996 an de Zanîngeha Dîcleyê Beşa Mamostehiya Zimanê Fransizî ya Fakûlteya Perwerdehiyê kuta kiriye. Di heman salê de li Amedê dest bi mamostehiyê kiriye. Niha jî li Amedê vî karî dike, zewuciye û bi navê Alîn Dîren keçek wî heye.

BERHEMÊN CÎHAN YILDIRIM

1-Dağların Efendisi/KOÇERO (Weşanên Orîent – 2006) Roman
(Çapa duyemin weşanên Ava-2010)
2-Elik û Fatik (Weşanên Şaredariya Qeyapinarê- 2009) Zargotin
3-Zenga Zéra (Weşanên Şaredariya Qeyapinarê- 2009) Zargotin
4-Nîvê Şevê û Tirkî (Weşanên Pêrî – 2010) Çîrok
5-Fîtnevîzyon (Weşanên Pêrî – 2012) Çîrok
6-Nalebar (Weşanên J&J – 2014) Roman
7-Mîrê Çîyayan / KOÇERO (Weşanên J&J – 2015) Roman

Related Posts