Li bajarê Hesekê ji sedî 80 ji endamên tevgera perwerdeya ziman jin in

24 April 2015 5:02 pm 567 Views
Li bajarê Hesekê ji sedî 80 ji endamên tevgera perwerdeya ziman jin in.

TZP 25 korsên ziman li bajêr pêkanîn û anha jî 15 giropên din zimanê kurdî hûn dibin..

Navenda tevgera ziman û perwerdeyê di 6 kanona 2014an de, bi navê (Şehîd Raperîn) li taxa Tilhecer hat vekirin.

Karê vê nevendê rexistinkirina xebatên tevgerê li bajarê Hesekê û gundên derdora wê ye, ev xebat bi rêya du meclisan (Meclisa rohilat û ya rojavayê) tê kirin.

Hejmara endamên tevgerê li bajarê Hesekê 145 kes in, ji wan jî 118 jin in, yanî ji sedî 80 ji wan jin in.

Jin di nava Komun û çalakiyên navenda şehîd Raperîn de roleke giring û çalak dilîzin..

Bi taybetî di warê aborî, perwerdehî, Arşîfkirin û çavdêriya ezmûnan de..

Niha zimanê kurdî di dibistanen bajêr de bûye waneyeke rojane ji zarokan re, lê van waneyan bi sê mamosteyên jin ên girêdayî TZP destpe kiribû, wan bi awayekî ji dil dest bi vê xebatê kiribûn, û meydana wan ya yekemîn jî dibistana Abd Allah Alqadirî ya taxa Miftî bû..

Heta roja îro ev hersê mamoste xebata xwe ya pîroz berdewam dikin..

Jimara dibistana jî heya niha gihîştiye 25 an ku waneyên Kurdî lê têne dayîn û ji wan 6 dibistan li gundên derdora bajrêr in..

Li ser pilanen tevgere yen pêş de rêvebiran destnîşan kirin ku wê di demek nêz de korsek dîrok û wêjeya kurdî ji mamosteyên tevgerê re destpê bikin, lê di bêhnvedana havînê de, û di demek nêzîk di wê tevger korsên xwe firehtir biki ji bo her kes karibe hinî zimanê dayikê bibe…