Binerê kirîvo..

18 April 2015 6:36 pm 559 Views
Binerê kirîvo..

Hekim Sefkan

Li dûr…

Dema ev perî hate dinyayê
Dema cara yekê girya..
Dema cara yekê keniya..
Şabûna Diya wê piştî xwėdana reş..
Binêre kirîvo…binêre..
Bîne bîra xwe dema TENA sekınî..
Gava yekemîn ku avêt..
cara yekê ku diya porê wê şehkir..
Erê kirîvo bêêêdeng binere û qêrîna xwe ji min re bihêle..
Bihêl ez di ruwê kujerên kezeba te biqîrim û bêjim:
Ez ji Ola we..
Ji pêximberê we..
Ji xwedayê we..
Pirtûka we Bêrîme..
Tu biner kirîvo û Periya xwe razîne..
Bê deng çiroka şengê û pengê jê re bêj..
Qêrîna xwe ji min re bihêl..
Ezê di ruwê hemû partiyan..
Hemû serokan de biqîrim:
We kirîva min kuşt!!!

Related Posts